Kulîlk


Sosin gelek hez ji kulîlkan dike. Berî çend rojan bi dêya xwe re çûbû bexçeyê apê xwe. Gava Sosinê di wî bexçeyî de gul û gulçîçekên spehî dîtin gelek kêfa wê hat û bi destûra apê xwe çend kulîlkên spehî çinîn û anîn malê û ew dan bavê xwe. Bavê Sosinê ji diltenikî û kubarîya keça xwe gelekî şa bû û jê re deftereke spehî da.